El-Iraqîya: eger Malikî pabendî nexşeya rê nebe wê demê mafê me heye em bawerîyê jê vekşînin
Bereya El-Iraqîya ji bo guftûgoya niştimanî ret kir, ku serokê wê " Salih Mutlag" ji heliwêsta xwe ya derbarê dîktatorîyeta û takrewîya serokê wezîrên Iraqê " Nûrî Malikî" vegerîya ye.
Di evê derbrê de li gorî nûçeya ajansan, Lîsta El-Iraqîya di beyannameyekê de ragihand, ku, eger çi rêkeftinek bo çaksazîyên Sîyasî rasteqîne û hevpişka niştimanî çênebe, Mutlag pişkdarîya kombûnên encumena wezîran nake.
Herweha di evê beyannamê ragihand, ku Iraq vê gavê di qeyraneka sîyasî de derbaz dibe û bo çareserkirina evê rewşê bi karê niştimanî awirte heye û tenê rêka çareserkirinê eve, pêdivîye hemû alî rêkeftina Hewlêrê cihbicih bikin, ya ku ev hukûmeta niha li ser hatîye sazkirin.
El-Iraqiye weha jî got, pêdivîye Distûr bihê cihbicih kirin, heger Malikî pabendî nexşeya rê nebe, wê demê mafê alîyên sîyasî heye ber bi hemû çareserên destûrî ve bibin, yek ji evan çareserîyan jî vekşandina bawerîyê ji hukûmeta Malikî ye.
Wek tê xuyakirin, ku di kongira rojnamevanî de çarşema çûyî Malikî bi kesayetîyekî niştimanî wesif kir û daxwaz ji hemû alîyan kir ku alîkarîya Malikî re bikin.




