Nêçîrvan Barzanî û NY behsa rewşa kurdên êzîdî kirin
__2015_11_04_h19m23s40__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşşwazî li Cîgirê Sekreterê NY kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa rewşa kurdên êzîdî kirin.
Îro Çarşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Sekreterê giştî yê NY Adem Dîng û heyeteke pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de Dîng kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku armanca vî ji vê serdana han ewe daku ji nêzve agehdarî ew karestan bibe ku bi ser kurdên êzîdî û Mesîhî de hatine û tekez li ser vê yekê kir ku gohdariya wan kiriye ji wan karesatên ku bi destê terorîstên DAIŞê li ser wan de hatine sepandin hatiye hayedarkirin.
Dînge eşkere kir ku ew karesatên han belgeyên gelek bihêzin ku mirov dikare di dadgeha navnetewî de li dijî terorîstên DIŞIê bikar bîne û ew yek were îsbatkirin ku kurdên êzîdî li ser destê terorîstên DAIŞê rastî komkujiyê hatine.
Dîng diyar kir ku ew yek pêdiviya xwe bi kom kirina belgeyên zêdetir heye û di wê warî de jî bo amade kirina belgeyên pêwîst hewlên cidî tên dayîn û lazim e hikûmeta Kurdistanê jî di vê warî de pêngavên pêwîst bavêje.
Nav hatî herwiha diyar kir ku di çarçoveya serdana han de bo Kurdistanê vê li gel civata rûhanî ya kurdên êzîdî û ew pêkhateyên olî û etnîkî yên ku rastî karesatan hatine bicive.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya heyeta NY kir û nêrîn û piştgîriyên NY bi girîng wesif kir û eşkere kir ku lazim e NY hevkariya hikûmeta Kurdistan û ew komîteya ku bo kar bo nasandina komkujiya kurdên kurdên êzîdî kar dike bike daku bikaribin bi başî karûbarên xwe cîhbicîh bikin.




