26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa herêmî nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir û di wê hevdîtinê de, hêvî xwest hikûmeta nû ya Tirkiyeyê bi zûtirîn dem were pêkanîn û ew têkeliyên saxlemên di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hene berdewam bin û zêdetir geş bibin.

Îro Çarşemê 4/11/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Fereydon Sînîrlîoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê û şandeya diplomasiya pê re kir.

Sînîrlîoglu sipasiya wê pêşwaziya lê hatiye kirin kir û kêfxweşiya xwe jî li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ev ji mêj bû wî dixwest serdana herêma Kurdistanê bike, lê jiber rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê derfet çênebû.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku divê têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê di hemû waran de zêdetir xurt û berfureh bibin, bi tyabetî di warê rûbirûbûna metirsî û êrîşên terorîstan û binbirkirina terorê li deverê de bi yekcarî, ji ber ku Tirkiye herêma Kurdistanê bi fakterê îstîqrara deverê dizane, ji ber hindê zêdetir xurtkirina têkeliyan, hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan de karekî giring û bi fêdeye ji bo hemû deverê.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, sipasiya serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê kir û pîrozbahî li xelkê Tirkiyeyê kir ku bi awayekî serkeftî dawî bi pirosesa hilbijartinên giştî yên welatê xwe anî û hêvî xwest hikûmeta nû ya Tirkiyeyê bi zûtirîn dem were pêkanîn û ew têkeliyên saxlemên di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hene berdewam bin û zêdetir geş bibin.

Serokwezîr behsa rewşa êkonomî, siyasî û emnî ya Kurdistanê û pirgirêkên navxweyî yên herêma Kudistanê kir û got ku ew bi berdewamî lêdixebitin hemû pirs bi rêya dîyalog û danûstandinan bên çareser kirin.

Serokwezîr Barzanî got ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê li ser serkeftinan bi ser terorîstên DAIŞ de berdewam e, lê herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir hevkarîya dostên xwe heye, bi taybetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji tirsa terorîstan hatine herêma Kurdistanê û vê yekê jî barê herêma Kurdistanê, bi taybetî di ware êkonomî de giran kiriye.
 

Nûçeyên têkildar