Serok Barzanî û Elhekîm serkeftinên Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin
__2015_11_03_h21m10s30__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan gotûbêj kirin.
Êvariya roja sêşem 03.11.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emar Elhekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de her dû alî dilgiranî û hevxemiya xwe bi sedema koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê Iraqî Ehmed Çelebî ragihandin û rola xwedê jê razî li dîroka nû ya Iraqê û berqerarkirina demokrasî û hevdû nêzîkkirina aliyan û pêkhatên Iraqê de bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan guftûgo kirin.
Her wiha ji bilî balkişandina peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan de tekez li ser berdewamiya peywendî û hemahengî û danustandina bîr û ramanan li navbera her du aliyan kirin.




