25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bi nûçeya koça dawî ya Ehmed Çelebî gelekî xemgîn bûm

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedar Iraqê Ehmed Çelebî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Bi nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û kesayetiyê têkoşer ê Iraqî û Serokê Kongreya Niştimanî yê Iraqê Ehmed Çelebî gelekî xemgîn bûm. Ev jî tekesta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û kesayetiyê têkoşer ê Iraqî û Serokê Kongreya Nîştîmaniya Iraqê Ehmed Çelebî gelekî xemgîn bûm. Jidestdana kesayetiyekî mezinê wekî Ehmed Çelebî xesaretekî mezin e ji bo gelên Iraqê.

Xwedê jêrazî Ehmed Çelebî dostekî nêzîkî şexsê min û dostê gelê Kurdistanê bû û rola wî ya li hewldana binyatnana demokrasiyê û dijayetîkirina dîktatorî û zulmê tu carî nayê ji bîr kirin.

Ew peywendiya dîrokiya ku xwedê jê razî li gel gelê Kurdistanê da hebû û palpiştîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê herdem li bîra me de dimîne û hemû dem bi rêz û bilindiyê ve bîranîna xwedê jê razî Ehmed Çelebî dikin.

Ji destdana wî gelek xemgînîn û serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata wî ya rêzdar û azadîxwazan û tevahiya gelên Iraq û Kurdistanê radigihînîn.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.11.2015

Nûçeyên têkildar