Swêd bo Serok Barzanî: Emê heta serkeftinê ligel Pêşmerge bin..Hûn ji bo cîhanê û mirovayetiyê şer dikin
__2015_11_03_h18m46s29__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Swêdê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ji Serok Barzanî re ragihand ku, ewê heta serkeftinê ligel Pêşmerge bin û alîkariya leşkerî û tendirustiyê û meşq û rahênanê pêşkêşî Pêşmerge dikin.
Îro Sêşema 03.11.2015 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Swêdê kir ku ji xanima Margot Walstirom Wezîra Derve û Peter Holdvîst Wezîrê Bergirî û xanima Anîka Molîn Hêlgêrn Balyoza Swêd li Iraqê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Wezîra Derveyê Swêdê behsa rola hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî DAIŞê kir û palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorîstan û her wiha hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê dûpatkir û wê yekê bi Serok Barzanî ragihand: Hûn ji bo cîhan û mirovayetiyê şer dikin û cîhan bi çavekî rêz ve temaşa Serok Barzanî û Pêşmerge dikin.
Wezîra Derveya Swêdê ji bilî balkişandina li ser metirsiyên terorê, civaka navdewletî ji bo têkşikandina terorê pêwîstî bi yekrêzî û yekdengiyê heye.
Her li vê kombûnê da Wezîrê Bergiriyê Swêdê balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareserkirina giriftên rojhilata navîn pêwîste di destpêkê de DAIŞê bê tûnekirin û li şerê dijî terorîstan de heta serkeftin li gel Pêşmerge dibin û alîkariya serbazî û tendirustiyê û meşq û rahênanê pêşkêşî Pêşmerge dikin.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya şanda mîhvan û Hikûmet û gelê Swêdê kir ku palpiştê Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ne û li rojên teng jî da welatê Swêdê hemwelatiyên Kurd himbêz kirine.
Serok Barzanî ji bilî dûpatkirina wê yekê ku pêwîste ewlewiyeta serekî şerê DAIŞê bê, behsa metirsiyên terorê kir ku gef e ji bo hemû aliyekî û rûbirûbûna wê jî erkê hemû welatekî ye û ji bo çareserkirina terorê pêwîst e sedemên serhildana terorê bê peydakirin û neyê hiştin û tenê muamele li gel encamên terorê neyê kirin û li çareserkirina sedeman de jî dikarin çareseriya siyasî yek ji wan rêyên rêgirtina serhildana terorê be.
Her li vê kombûnê da behsa rewşa siyasiya navçeyê û Herêma Kurdistanê û her wiha rewşa mafên mirov û jinan kirin û her du alî tekez li ser pêwîstiya kûrtirkirina pêkvejiyan û bingehên mirovsalarî û bi hêztir kirina demokrasiyê kirin.
Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê, Ce'fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn




