Li Bakurê Kurdistanê 3 kurd şehîd ketin
__2015_11_03_h18m52s0__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Li navçeya Geverê di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û polîsên Tirkiyeyê de pevçûn derket û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha li Amedê jî xortekî kurd hat kuştin.
Li gor agahiyan, li Taxa Cumhuriyetê ya Geverê îro tîmên taybet û polîsên Tirkiyeyê bi wesyîtên zirxî ji bo xendeqên berê hati vekirin dagirin û bendên hatine danîn rakin dest bi opersayonê kirin.
Di encama operasyonên de ku welatiyên bi navê Çetin Dara û Dogan Dogma birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, lê her du welatî ji mirine xilas nebûn.
Hat gotin li navçeyê dikan hatin girtin û xelk çûne malên xwe û hêj alozî didome.
Li Amedê jî welatiyek hat kuştin
Li navçeya Farqînê a Amedê jî îro qedexekirina derketina derve hat ragihandin û piştre pevçûn derket.
Li ser Cadeya Amedê Muslum Tayyar ê 22 salî bi guleyan hat kuştin.
Ji aliyê din ve duh şev Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî kampên PKKê li Başûrê Kurdistanê kiribûn.




