25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Hêvîdar im encamên hilbijartinan bibe sedema bexteweriya hemû pêkhatên Tirkiyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Komarê Tirkiyê kir û bi helkefta serkeftina proseya hilbijartinên Tirkiye pîrozbahî lê kir û got, “Hêvîdar im encamên hilbijartinan bibe sedema bexteweriya hemû pêkhatên Tirkiyê.”

Êvariya doh dûşem 02.11.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Receb Tayyip Erdogan Serok Komarê Tirkiyê kir.

Li vê peywendiyê da Serok Barzanî bi helkefta serkeftina proseya hilbijartinên Tirkiye, pîrozbahiyê li Serok Komarê Tirkiyê kir û hêviya wê yekê jî xwest ku encama hilbijartinan bibê sedema aramiya Tirkiye û navçeyê û berev pêşveçûna Tirkiye di hemû waran de û pêkhatina aramî û bexteweriya welatiyan û hemû pêkhatên wî welatî.
 

Nûçeyên têkildar