26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY hewil dide ku bêhtir alîkariya Pêşmerge bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê ragihand ku, ew dê hewil bide ku li ser asta navdewletî alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de were kirin.

Li gorî daxuyaniyek feremî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di malpera hikûmetê de hatiye belav kirin di civînekê de li gel Serokwezîrê Herêm aKurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nêrdeyê Taybet ê NY li Iraqê  Yan Kobîş ragehand: “NY piştgiriya xwe jibo danûstendinên navbera Hewlêr û Bexda de dike bi mebesta çareser kirina pirsgirêkan û giheştina encamekî guncav bo herdu aliyan.”

Yan Kobîş amaje bi wê yekê jî kir ku Pêşmerge karîbûn êrîş û metirsiya DAIŞê dûrbixin û “Pişta têrorê bişkînin.” Lewma ew wek nêrdeyê Serkreterê Giştî yê NY wê hewlên xwe bide ku “Li ser asta navdewletî piştgiriya Pêşmerge were kirin” li dijî çekdarên DAIŞê. Herwiha hêvî kiriye  ku berpirsên Hewlêr û Bexda bighên rêkeftinekê da ku nakokiyên herdu aliyan bidawî bibin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiriye ku YN rolek pozîtîv di danûstendinên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de bilîze heta gihştina rêkeftinek guncaw. 

Nûçeyên têkildar