Holland dê hêzên Feranse ji Afganîstanê vekşîne
Serokê feranse " Franswa Holland", bi "Barak Obama" serokê Amerîka ragihand, dê di dawîya evê mehê de supayê Feranse ji Afganîstanê vekşîne.
Li gorî malpera "BBC" Holland weha jî ji Obama re xuya kir, ku vekşandina hêzên Feranse ji Afganîstanê wê wateyê nade ku me dev ji piştivanîya Afganîstanê berda ye.
Tenê ev helwêsta han ya Feranse xala ne lihevkirinê nevbera herdu alîyan bû.
Wek tê xuyakirin, ku Feranse yek ji wan dewletên herî serekî pişkdarîya şerê Afganîstanê kiribû û niha nêza 3300 leşkerên xwe li Afganîstanê heye




