Wezîra Swêd: Em hatine piştevaniya xwe bo Kurdistanê ji hemû aliyan ve rabigihînin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîrê Parastina Swêdê Peter ragihandin ku ew hatine Hewlêrê da ku piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve rabigihînin û amadehiya xwe bo her alîkariyekê nîşan da. Herwiha tekez kirin ku efserên li Kurdistanê li ser perwerdekirina bihêz a Pêşmerge berdewam dibin û gotin ku ew dixweş in ji ber ku xwe di nava dostên xwe de dibînin.
Îro danê êvarê Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîrê Parastina Swêdê Peter Hultqvist li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê Felah Mistefa û Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî ve hatin pêşwazîkirin û piştre ligel Serokwezîr Barzanî civiyan.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan dilxweşiya bi vê serdanê nîşan da û behsa serkeftinên yek li dû yek yên Hêzên Pêşmerge kirin û mêrxasiya Pêşmerge bilind nirxandin ku bergiriyê li Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikin.
Margot Wallstrom derbarê mebesta serdana xwe bo Herêma Kurdistanê, eşker kirin ku ew hatine Hewlêrê da ku piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve rabigihînin û amadehiya xwe bo her alîkariyekê nîşan da. Herwiha tekez kirin ku efserên li Kurdistanê li ser perwerdekirina bihêz a Pêşmerge berdewam dibin û gotin ku ew dixweş in ji ber ku xwe di nava dostên xwe de dibînin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ev serdan bi girîng zanî û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê pêwendiya wan bi xelk û Hikûmeta Swêdê re pir pêşketî ye û gelekî spasiya wan kir li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.




