26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gunhê PKKê bû ku dengê HDPê kêm bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku di hilbijartinên Tirkiyê yên duhî de dengên HDPê li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê kêm kirin, çavdêrekî siyasî dibêje, sedema kêmbûna dengên HDPê tundutîjiya PKKê bû li Bakurê Kurdistanê.

Dr. Salih Mela Umer Îsa, Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngeha Selahedîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Encamên hilbijartinên Tirkiyê eşkere dikin ku kurd dikarin li wî welatî bi awayekî demokratîk daxwaza mafên xwe bikin, û her çiqasî asayiş û aramî hebe dê zêdetie karibin daxwaza mafên xwe bikin, ne bi rêya tundiyê.”

Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, HDPê 80 kursî bi dest anî, lê dema PKKê dest bi kuştina leşkerên Tirk kir rewş aloz bû û wê yekê bandoreke xerab li ser dengên HDPê kir û di hilbijartinên duhî de 21 kursiyên wê kêm bûn.”

Salih Mela Umer Îsa wiha domand: “Pêwîst e HDPê hewl bide asayiş û aramiyê di berjewendiya xwe de bikar bîne û bikare bi awayê demokrasiyê mafê gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bi dest bîne. Serok Barzanî berdewam tekez li ser rêya aştiyê bo çarserkirina pirsa kurdî li Bakur dike û wek tek çareser dibîne, vêca eger vê daxwaza Serok Barzanî qebûl bikin dê gelekî qezenc bikin û mafên zêdetir bi dest bînin.”

Nûçeyên têkildar