Amerîka li Parlamentoya Kurdistanê rola Pêşmerge bilind nirxand
__2015_11_02_h19m11s5__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şandeke Amerîka ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di parastina Kurdistanê de bilind nirxand.
Îro Duşemê 2/10/2015 Dr. Ceifer Êminkî Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li ofîsa xwe li parlamento pêşwazî li şandeke karûbarê siyasî ji Konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.
Di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û karên Parlamentoya Kurdistanê hatin behskirin.
Şanda mêvan rola Hêzên Pêşmerge di parastina gelê Kurdistanê û navçeyê de bilind nirxand û hêvî xwest bo serxistina pêvajoya siyasî û demokrasî.
Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî ronahî xist ser pêşhatên dawî û sedemên kirîza li Kurdistanê.




