Romanya: Emê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam in
__2015_11_02_h19m7s32__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serkonsulê Romanya li Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de ligel Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê de ragihand ku, welatê wî dê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam be.
Di wê hevdîtinê de Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar û dîrokî de derbas dibe, lewma girîng e ku bi hûrî têkiliyê ligel vê rewşê bike.
Serkonsulê Romanya ji aliyê xwe ve amaje bi wê yekê kir ku Yekîtiya Ewropa bi giştî û Romanya bi taybetî bi girîngiyeke mezin li rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê dinere û da zanîn ku ewê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin, herwiha dê hemû hewlên xwe bikin bo bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan.




