Êdî dana mûçeyan dereng nakeve
__2015_11_02_h18m8s13__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Parlamentereke Kurdistanê dibêje, agahî di destê me de hene ku êdî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serê her mehekê mûçeyên fermanberên xwe bide û êdî dana mûçeyan dereng nakeve, herwiha hikûmet dê mûçeyên di histê xwe de jî bide.
Dr. Şêrîn Husnî Endama Lêjneya Darayî û Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Dahata petrola Kurdistanê qonax bi qonax digihê Wezareta Darayî û me zanyarî ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî wergirtine ku êdî dabeşkirina mûçeyan dê berdewam bibe.”
Şêrîn Husnî wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir serkeftî bûye di siyaseta firotina petrolê de û êdî dikare her meh dikare mûçeyekî bide.”
Wê parlamenterê tekez kir ku, Hikmûteê soz daye ku êdî mûçeyê mehane dereng nekeve û ji niha û pê de dê dest bi dana deynên fermanberan ji mehên borî bike.




