“Hêza Heşd Şeibî 80 kurd revandin”

Bexda-KDP.info- Şaxewan Ebdulah Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku di dema borî de 80 welatiyên kurd ji aliyê Hêza Heşd Şeibî ve hatine revandin.
Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Di dema borî de heta niha Hêza Heşd Şeibî 80 welatiyên kurd revandiye.”
Şaxewan Ebdulah wiha got: “Heta niha 80 haletên revandinê çêbûne, ku piraniya wan bi pereyan hatine berdan û hinek jî heta niha bê çarenivîs in.”




