26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Herdan 4 xwekujên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Herdan êrişeke xwekujî ya çekdarên DAIŞê şikandin û otomobîleke bombekirî ya DAIŞê jî ji aliyê balafiran ve hat teqandin.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Herdanê ya nêzîkî Şingalê Qasim Simêr ji Rûdawê re got, şeva borî saet 02:45, çend çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin lê êrişê wan hat şikandin.

Qasim Simêr da zanîn, di nav wan çekdaran de xwekuj jî hebûn lê beriya ku bigihên çeperên Pêşmerge, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di wî şerî de tiştek bi pêşmergeyan nehat lê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan xwekuj bûn û cenazeyên wan ketin destê Pêşmerge.

Nûçeyên têkildar