Peyama serok Barzanî di kongireya Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê de hat pêşkeşkir

Duhî peyama serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Kongireya çardemîna Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê de ji aliyê birêz Rêbuar Yelda endamê Polîtîkboruya Partiya Demokrata Kurdistanê hat pêşkeşkir.
Di peyamê de serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi helkefta destpêkirina çardemîn kongireya Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê pîrozbahî ji Xwendevanên Kurdistanê û endmê kongire re sand û daxwaza serkeftitê ji kongire re xwest, herweha hêvî xwest ku di kongire yê de çend biryarê giring derkevin.
Serok Barzanî di peyama xwe de basa xebat û têkoşana Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê kir û diyar kir ku di dîrokê de ji bo bi dest xistina mafê neteweyî gelek qurbanî dane.
Serok Barzanî di peyama xwe de ji Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê xwest ku bi curet tilya xwe deynin ser xalê lawaz û kêmasiya diyarî bikin jibo wan kêmasiyan nehêlin, herweha daku Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê roleka baş di vê demê de bibêne jibo parastina destkeftan ji aliyekî ve û xizmetkirina xwendevanan û pêşxistina xwendinê ji aliyekî dive.
Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest kongire bi keşuhewayekî azad de birêve biçe û bi azadî nunerên xwe helbijêrin




