Şêx Edhem Barzanî Piştgîriya Grevkarên Bakûrê Kurdistanê Dike

Endamê Mekteb siyasyia Partiya demokrata Kurdistanê û Parlementerê berê yê Parlementoya Kurdistanê Şêx Edhem Barzanî di derbarê rewşa Grevkarên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê de li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêş kiriye û piştgîriya xwe ji bo Grevkaran diyar kiriye.
Şêx Edhem Barzanî di vê peyama xwe de silav li Zindaniyên siyasî yên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê kiriye û piştgîriya xwe bo wan û xwepîşandanên Gelê Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê dubare kiriye û hêvî xwestiye ku, Gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de bigehêje mafên xwe yên reva.




