26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Şeşo: YPG û PKKê dest bi propaganda û derwan kirine

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, YPG û PKKê dizanin azadkirina Şingalê nêzîk bûye, lewma dest bi propaganda û derwan kirine, da ku pirsgirêkan derxînin.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadekariyekî temam bo azadkirina Şingalê hatiye kirin û niha YPG û PKKê dest bi propaganda û derwan kirine û dibêjin me hêzek mezin bo Şingalê amade kiriye.”

Şeşo wiha domand: “Ti hêzeke YPG û PKKê li navçeyê tune ye û xelk jî pişta wan nagirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “74 ferman bi ser Şingalê û kurdên êzîdî de hatine, jibilî bi hezaran qurbanî, lewma dema Şingal azad bibe em rê nadin ti kesî ku pirsgirêkan ji me re bîne navçeyê.”

Nûçeyên têkildar