19 çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge kirin
__2015_11_01_h19m36s53__LB.jpg)
Guwêr-KDP.info- Li eniya Guwêrê ya rojhilatê Mûsilê 19 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.
Berpirsê Eniya Guwêr ya Hêzên Pêşmerge Qadir Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din 8 çekdarên DAIŞê û îro jî danê sibehê 11 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.”
Herwiha derbarê çarenivîsa wan çekdaran jî, Berpirsê Eniya Guwêrê wiha domand: “Ew çekdarên ku xwe radestî Pêşmerge dikin, dê îfadeya wan were girtin û lêkolîn bi wan re bê kirin û piştre bo Wezareta Pêşmerge bên şandin.”




