Ceifer Êminkî: Hêvîdar in ev hilbijartin bibe deriyek bo aştiyê li Bakur
__2015_11_01_h19m34s31__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êminkî hêvî xwest ku hilbijartinên Tirkiyê bibe deriyek bo gelê kurd li Bakurê Kurdistanê ku di nava aramiyê de bijî û dawî bi şer were, herwiha pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.
Ceifer Êminkî ku di heman demê de Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye di daxuyaniyekê de ragihand: “Demokrasî û ew hilbijartinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve diçe bo me pir girîng in.”
Êminkî wiha got: “Em dilxweş in ku ew pêvajo bi hêminî û bê ti pirsgirêk û bi azadî birêve diçe, da ku ew ezmûna wan, ku nikarîn hikûmetê pêk bînin, dubare nebe, herwiha encam wiha bin ku hikûmetekî bihêz pêk were. Ew yek ji bo me pir girîng e.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe deriyek bo gelê kurd li Bakurê Kurdistanê ku di nava asayiş û aramiyê de bijîn û dawî bi şer were, herwiha pêvajoya aştiyê bi dawî were.”




