Xazir- Balafiran bi tundî li DAIŞê dan
__2015_10_29_h21m57s4__LB.jpg)
Xazir-KDP.info- Balafirên hevpeymanan îro binkeyên çekdarên DAIŞê li eniya şer a Xazir bombebaran kirin.
Fermandarê Hêza Pêşmerge li eniya Xazirê Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 17:15 êvariya îro balafirên hevpeymanan êrişî binke û navendên çekdarên DAIŞê li eniya şer a Xazir kirin.”
Seyid Hejar wiha got: “Balafiran di êrişên xwe yên îro de 3 caran cihên çekdarên DAIşê li her du gundên Tel Eswed a Mezin û Zara xatûn li sînorê Xazirê bombebaran kirin.”
Hejar herwiha da xuyakirin, ku di wan êrişan de zirarek mezin gihîşt DAIŞê, lê tekez kir, ku bi hûrgiliyên zirarên DAIŞê nayê zanîn.




