Parîs di warê avedanî, teknolojya û jîngehê de alîkariya Hewlêrê dike

Hewlê-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serok Barzanî de, Seroka Şaredariya Parîs bi temamî piştevaniya xwe û bajêrvaniya Parîs bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku ew haydarî rewşa Herêma Kurdistanê û astengiyên ku tên pêşiya wê ne, herwiha piştevanî pêşkeftina Kurdistanê dikin. Got jî ku, Parîs di warê avedanî, teknolojya û jîngehê de alîkariya Hewlêrê dike.
Îro Pêncşemê 29/10/2015 li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Seroka Şaredariya Parîs Xatû An Hîdlgo û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Xatû An Hîdlgo piştevaniya xwe û şaredariya Parîs bo gel û Hilûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û amaje bi wê yekê kir ku ew haydarî rewş û astengiyên ku hatine pêşiya Herêma Kurdistanê û piştevaniya pêşkeftinên Herêma Kurdistanê ne.
Seroka Şaredariya Parîs ji Serok Barzanî re ragihand ku Parîs dê di warê avedanî, teknelojya û jîngehê de alîkariya Hewlêrê bike bo pêşxistina pêwendiyên herdu bajaran.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasiya Serok Barzanî û gel û Hikûmeta Fransa kir ku piştevaniya xelkê Kurdistanê ne û di dema teng de piştevaniya gelê Kurdistanê bûne û pêşwazî li pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu bajarên Hewlêr û Parîs de kir.
Herwiha pesnê dosta gelê kurd Medam Mîtran da ku piştevaneke mezin bo gelê Kurdistanê bû, herwiha pêzanîn bo serdana Serokê Fransa Holand bo Herêma Kurdistanê diyar kir, ku wî di dema şer û tengaviyê de serdana Hewlêrê kir û ew serdan amajeyek bû bo pêwendiyên herdu gelên Fransa û Kurdistanê.




