Amerîka daxwaza Iraqê red kir..Ti rêgirî li pêşiya firotina petrolê nemaye
__2015_10_29_h21m39s34__LB.jpg)
Amerîka-KDP.info- Dadgeha Amerîkayê daxwazeke Hikûmeta Iraqê bo dijatîkirina firotina petrola Başûrê Kurdistanê red kir.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, dadgeha eyaleta Texas a Amerîkayê daxwazeke Wezareta Petrola Iraqê ya derbarê Kurdistanê de red kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, daxwaza Wezareta Petrola Iraqê derbarê firotina petrola Başûrê Kurdistanê de bû û wê wezareta Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû, ku rê bi firotina petrola Kurdistanê neyê dan.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, niha ti rêgiriyek li pêşiya firotina serbixwe ya petrola Başûrê Kurdistanê nemaye û hewlên Iraqê bo rêgirtin ji firotina petrol Kurdistanê rastî şikestinê tên.
Li gor daxuyaniyê, êdî ti rêgirî li pêşiya hinardtina petrola Kurdistanê bo Amerîka û ti welateke din nemaye.




