“Li Parlamentoya Swêdê piştevanên mezin ên kurdan hene”
__2015_10_29_h19m48s0__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Parlamentereke swêdî di hevdîtinekê de ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, di parlamentoya Swêdê de dost û piştevanên mezin ên kurdan hene.
Îro Pêncşemê Dr. Ceifer Êmînkî Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li ofîsa xwe ya li Parlamentoya Kurdistanê de pêşwazî li Xatû Dêzîrê Pêthors, parlemantera Swêdê li ser partiya Demokrat a Mesîhiyan û Endama Lêjneya Karûbarê Yekîtiya Ewropa û Êva Asplpnd Seroka Rêxistina Şado û Sewsen Goven Seroka Fedrasyona Kurdan li Swêdê kir.
Di wê hevdîtina ku parlamenterên pêkhateyên Tirkmen û Kild Sryan û Asurî û endamê Lêjneya Pêwendiyan û Pêşmerge û hejmarek şêwirmend amade bûn, Dr. Ceifer Êmînkî sipasiya welatê Swêd kir li ser alîkariya Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku Swêd û welatên Ewropayê bên Kurdistanê û ji nêzîk ve alîkariya koçberan bikin.
Ji aliyê xwe ve, Xatû Dêzîrê Pêthors, parlemantera Swêdê li ser partiya Demokrat a Mesîhiyan û Endama Lêjneya Karûbarê Yekîtiya Ewropa bi navê wê şandî tekez li ser piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê kir. Herwiha da zanîn ku, di parlamentoya Swêdê de dost û piştevanên mezin ên kurdan hene.




