26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NATO û Yekîtiya Ewropa bi şêweyekî nû têkeliyê bi Hêzên Pêşmerge re dike

Çavkanî: KDP.info

Ewropa-KDP.info- Di berdewamiya kar û çalakiyên Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa, şandeke pilebilind a Pêşmerge bi serdaneke fermî li Broksel e û hejmarek hevdîtin ligel her yek ji ofîsa siyaseta derve, Encumena Asayiş û Bergiriyê ya Yekîtiya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û parlamento û Senetoya Beljîka û nûneratiya Meceristanê di rêxistina NATOyê de pêk anî.

Serdana vê şanda Pêşmerge ku ji çend berpirs û efserên pilebilind ên meydanî pêk hatiye, armanca wê behskirina rewşa niha ya şerê li dijî DAIŞê û daxwazkirina pêdviyên Hêzên Pêşmerge.

Di daxuyaniyekê de ji dezgehên ragihandinê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî ragihand: “Ev serdan derfetekî girîng bû ku tê de wek cara yekem berpirsên pilebilind û efserên pilebilind ên Pêşmerge bi berpirsên Yekîtiya Ewropa û NATOyê re dicivin û bi awayekî raserast hûrgiliyên ware leşkerî û pêdviyên Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.”

Dilawer Ajgeyî wiha got: “Di civîna şanda pilebilind a Hêzên Pêşmerge de li Ewropa, aliyê Ewropa soz da ku ewê daxwazên Pêşmerge ji çek û teqemeniyên pêwîst cidî werbigirin û hew bidin hevahingiyên baştir bikin bo gihandina alîkariyan bo Pêşmerge.”

Di wan civînan de şanda Pêşmerge daxwaz kir ku alîkariyên leşkerî û çek bi awayekî rasrterast bo Herêma Kurdistanê bê şandin. Herwiha NATO û Yekîtiya Ewropa bi şêweyekî nû têkeliyê bi Hêzên Pêşmerge re dike

Nûçeyên têkildar