25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Pêşmerge di civîna Parlementoya Ewropayê de daxwaza çekan kir

Çavkanî: KDP.info

Ewropa-KDP.info- Şanda Pêşmerge behsa pêdawîstiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran kirin.

Îro 28 Cotmehê Fermandeyên meydanî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku berî çend rojekî bi vexendinek fermî çûbûn Ewropa di civînek parlemenê Ewropa de beşdarbûn û zanyarî derbarê şerê Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê û pêdawîstiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê eşkere kirin.

Fermanderê Hêzên 70 û yek ji Fermanderên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa di gotarekê de li pêşiya parlemena Ewropa got: “Pêwîste alîkariya Pêşmerge bi çekên giran were kirin, jiber çekdarên DAIŞê çekên pêşkeftî di dest wan de hene û wan çekan li dijî Pêşmeerge bikartînin, di çandina mînan de jî DAIŞê gelekî pêşketiye û Pêşmerge ewqas amîrîn pêşketî di dest de tineye ku wan teqemenî û mînan pûç bikin.”

Navborî amaje bi wê jî kir: “Çekdarên DAIŞê çekên kîmawî li dijî Pêşmerge bikar anîne, divê ev mijar bi rijdî were wergirtin û pêdawîstiyên Pêşmerge ji çekên xweparastina ji çekên kîmawî werein peyda kirin.

Ji aliyekî din ve Fermanderê eniya Mexmûr – Guwêr Sêrwan Barzanî di wê civînê de got: “Mixabin rojana çekdarên DAIŞê çekên giran û pêşketî li dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistnê bikartnin, îsal topxaneya wan ji par pêşketîtire, pêwîste parlemenê Ewropa û welatên Hevpeymaniya Navdewletî bizanibin bê ka çi cûre çekên DAIŞê hene û lêkolîn bê kirin bê ka DAIŞê ew çek ji kuderê peyda kirine.”

Di beşekî din de ji axaftina xwe Şêx Cafer Mistefa got: “Hêzên Pêşmerge ev bêhtir ji 3 mehane mûçe wernegirtine di demekê de ku berdewamin di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de, herwiha heta niha bûdceya Pêşmerge ji aliyê Hikûmeta Iraqê nehatiye şandin.” 

Nûçeyên têkildar