26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal- Pêşmerge ji 3 aliyan ve DAIŞ şikand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çekdarên DAIŞê îro li navçeya Şingalê ji 3 aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê rastî bersivdaneke tund hatin û şerekî giran di navbera her du Aliya de derket.

 
Fermandeyê Lîwaya 12 a Hêza Pêşmerge li navçeya Şingalê Izedîn Sndî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li eniya şer a Şingalê ji aliyê Seyid Zeyneb, Kela Simayil Beg û taxa Nesir êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê belê ratsî bersivdaneke tund ji aliyê pêşmerge ve hatin.”

Izedîn Sindî got: “Hêzên Pêşmerge bi dijwarî bersiva êrişa DAIŞê dan û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar derket û di encamê de êriş hat têkbirin.”

Sindî herwiha da zanîn, di encma têkçûna êrişa DAIŞê de, hejmareke zêde ya çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û ti zirarek jî negihîşt hêzên pêşmerge.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran DAIŞê de, vî fermandeyê Hêza Pêşmerge ragihand, gelek kuştî û birîndaran DAIŞê hene.
 

Nûçeyên têkildar