Gotara Fazil Mîranî di kongireyê 14 yê yeketiya qutabiyên Kurdistanê de

Amadebûyên berêz û endamên kongireyê qutabiyan û mêhivanên berêz, li berahiyê bi helkefta bestina kongireyê qutabiyan pêrozibahiyên germ arastey amadebûyên kir, û hîviya serkeftinê bo kongireyê qutabiyan xwast, û bi biriyar û raspardên hejî divê qûnaxê da bi dumahî bihêt, sekirtêrê mekteba siyasî ya partî dîmokiratî Kurdistan got: (êketiya qutabyên kurdsîtanê di rewşeka dijwar da, wekî pêdiviyeka dîrukî hatî ye damezirandin û dest bi xebat û berxwedanê kir, di herdu biyavên pîşeyî û netewayetî da, serkeftinên mezin û cihê şanazyê tomarikirine, xwedan dîrokeka pir qurbaydan û têkuşane, wekî pişkeka piroseya şureşgêrî di şureşa rizgarîxwaza neteweya meda, lera erkê hewe endamên kongireyê qutabiyan yê sade û bi sinahî nîne, divêt bernamew projeyên hewe di astê mezinahiya dîroka yekîtiya heweda be ji aliyekê ve, û daliyekê dî da, dastê têgehiştin û pêşkeftin û guhirîna da bin, eve di demekî da ku em wek serkirdayetiya partî dîmokiratî Kurdistan li şiyan û astê pêşkeftin û têgehiştina endamên yeketiya qutabyên Kurdistanê de di piştrastin, her wekî çewa qûnax bo qûnax li gor rûdanan vê yeketiyê mil bi milê rewşa Kurdistanê jaliyê zatî û mezoyî ve pênigav havêtine û zîndiya xwe parastî ye).
Qutabyên xuştivî,..
(hûn avakirineka hestiyar a civakê Kurdistanê ne, rolekê kara hewe hebûye û heye, di pêşkeftina civakî de, hûn samanekê neteweyî û pêşirewên gohirînê neher weku Barzaniyê nemir di ferimut: Qutabî serê rimê ne li hemû şureş û serihildanan da, bi baweriya me yekîtiya qutabiyan, lawan, afiretan dînamûyê serekyê pêşkeftina civakê mene, xwedan şiyan û hizra paşeroja Kurdistanê ne û berê binaxey bo didanin).
Partî dîmokiratî Kurdistan baweriyeka temam bi kar û rolê yeketiya qutabiyan û rêkixirawên dî yên civakê medenî hebûye û dê her hebe, rulê dîrukî û xebata miletê me û bizava rizgarîxwazî û dakukiya li ser maf û azadî û berjewendiyên wan û mukmkirina binemayên dîmokirasî hebûye û her dê hebe, bivê dîtinê palderu piştevanên heweyne, diberdewamîn li ser xebat û têkuşîna xwe sexmeratî geşekirina azadiya siyasî û ferihnga azadyê û serbestiya giştî bû hemû aliyekî, bişêwekê ku hemû rêxirawên civakê medinî bibine xwedan navendên ragehandin û rojnameyên azad û çalak xwe hebin û berpirsane rolê xwe bigêrin di azirandina raya giştî û berfirehkirina bazneyê dîmokirasiyetê li welatî.
Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya partî dîmokiratî Kurdistan rolekê berçav di geşekirina piroseya dîmokirasiya Îraqê û bicihînana pişkeka maf û azadyên distûrî da hebûye, hemû şiyanên peywendiyên siyasî yên xwe xistine kar bo hindê deverên dabirî ji Kurdistanê bihêne vegerandin û madeyê 140 yê distûrê Îraqê bihête bicihînan.
Li gor dîtin û baweriya me, hebûna ray û buçûnên cuda cuda û aydolojiya cuda bizavên rijid dihêne kirin bo pêk vejiyana siyasî li Kurdistanê û qebûkirina yekudû, herwesa me bawerî bi pêk vejiyana neteweyî û aynî ya cuda cuda li Kurdistanê heye, vê cudahî û rengên cuda bi xaleka bihêzkirina welatê me dizanin




