Tevgera Ciwanên Kurdistanê: Divê Şingal ji PKK û çeteyan bê paqijkirin..Piştre berê xwe bidin Rojava

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) di bin navê Nirxandina Operasyona Şingalê de daxuyaniyek belav kir û tê de hêvî xwest ku, Şingal ji PKKê û terorîstên DAIŞê bê paqijkirin û piştre Pêşmergeyên Rojava berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
TCKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê; Hêvî dikin ku di operasyona Şingalê de bal li ser hebûna PKK jî be û tevlî DAIŞê, PKK jî ji Şingalê bê derxistin. Di heman demê de em li bendê ne ku di berdewamiya operasyona Şingalê de bêyî dudilîyê têkevin Rojavayê Kurdistanê jî. Lazim e Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê (beyî ku li benda pesendkirina tu kesî bimînin) berdêla wî çi dibe bila bibe têkevin Rojava û di berdewamîya wê de hêzên Başûrê Kurdistanê piştgirîya wan bikin.”
TCKê wiha domand: “Ev gav bi ser ku wê lîstika qirêj a li Rojavayê Kurdistanê bidawî bike, wê bibe sedem ku bi Başûrê Kurdistanê re yekbûna wan ava bibe. Di rastîyê de çêbûna îdiayên serxwebûna Kurdistanê, bi avêtina vê gavê ve girêdayî ye. Ji bo vê destkeftê mirov dikare hemû rîsk û berpirsyariyan bigre ser milên xwe. Divê midaxelekirina Rojava ku bi qasî ji çîrokên “yekîtî û birakujî” yê re neye qûrbankirin girîng e û rast e, zêdetir neyê derengxistin.”
Li gorî daxuyaniya TCKê, “Pêşmergeyan ku li Başûrê Kurdistanê hovên DAIŞê şikandin, niha însiyatîfa şer girtine destên xwe. Armanca herî mezin a Pêşmergeyan ku di demên dawî de derdorê ji çeteyan paqij dikin, paqijkirina temamî Şingalê û azadkirina wê derê ye.Şingal ji ber erdnîgarîya wê û girîngiya wê ya stratejîk, ne bi tenê ji bo DAIŞê ji bo dewletên Îran/Iraq/Sûrîye û çeteyên bi van dewletan ve girêdayî ne jî cihek e ku hesaban li ser dikin. Bi taybetî jî PKK ji roja ewil de di vî mijarî de rokele qirêj girtiye ser milên xwe û di vê rola xwe de hîn berdewam dike. Ji ber vê yekê rizgarkirina Şingalê têkoşîneke zehmetir û girantir pêwîst dike.”
Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragihand: “Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê ku demek dirêj e ji bo harekata Şingalê amadekariyê dike û bi baldana gelek tesîran xebateke mezin dike, piştî ku sînyalên harekata Şingalê da çete dîsa ketin dewrê. Medyaya PKK dîsa wek hergav bi nûçeyên derew ket nav hewldanê ku harekatê texil bike. PKK a ku bi awayeke bi DAIŞê re koordîne midaxeleyê Şingalê kir (Bi wî dan kirin), zêdetir bi dezerfonmasyonan dixwaze xizmetî xwediyên xwe bike. PKK a ku bi operasyonên têgihî wek nûçeyên derew, bûyerên çêkirî û bi montajkirina dîmenên li cihên cuda hatine kişandin xizmetî DAIŞê (Di eslê xwe de ji dewletên Îran/Sûriye/Iraq) kir; ji bo Pêşmergeyan bêîtibar bike bi her awayî nebaşiyan kir/dike.”
TCKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “PKK a ku bi ser hemû karên xwe nikaribû pêşî li serkeftinên Pêşmergeyan bigire, serî li rêya şirîkbûna serkeftinan dide. Dema Pêşmerge bi DAIŞê re şer dikin, PKK li derdorê bi daliqandina perçeyên potên xwe yên gemarî û sûretên “seorkê” xwe rolê rizgarkeriyê dilîze û xema reklamkirina xwe dixwe. Bi qasî muhîmiya paqijkirina Şingalê ji DAIŞê, belkî jê gelek zêdetir jî lazim e ji PKK bê paqijkirin. Ger Şingal û temamê Başûrê Kurdistanê ji PKK neye paqijkirin/bêtesîrkirin, wê berdêla wê temamê kurdan gelek giran bidin.”




