26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê Obama: Serkeftina operasyona Hewîce girêdayî jêhatî û serkirdayetîkirina Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka kir û di wê hevdîtinê de Nûnerê Obama ragihand ku, serkeftina operasyona Hewîce girêdayî jêhatî û serkirdayetîkirina Serok Barzanî û wê hevbeşî û hevahengiya ku di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de heye.

Îro Sêşem 27.10.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya li hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞ û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek şêwirmend û efserên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞ behsa girîngiya operasyona hevbeşê hêzên taybetiyên Amerîka û hêza dijî terora Pêşmerge li Hewîce kir ku gelek serkeftiyane karê xwe encam dan û bi vê sedemê jiyana xelkekî zêde rizgar kirin û ew serkeftina jêhatî û serkirdayetîkirina Serok Barzanî û her wiha wê hevbeşî û hemahengiyê vegerand ku li navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê da heye û bi sedema wê operasyonê ve jî hevbeşê artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge gelek bi başî pîşanî cîhanê dan.

Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka tekez li wê yekê kir ku Amerîka di hevkarî û hemahengî û hevbeşiya li gel hêzên Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê li hemû qonax û rewşek da berdewam dibê.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî operasyonê hevbeşê azadkirina dîlên li destê DAIŞ bi ezmûnekî dewlemend ya rûbirûbûna DAIŞ zanî ku bi rûnî derxist, DAIŞ ew hêza xwe tûne ku xwe wêne kiribû û li her dem û cîhek da dikarin gurzên bi bandor li terorîstên DAIŞ biweşênin. Her wiha operasyona Hewîce bi mînakekî serkeftiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka wesif kir.

Serok Barzanî serxweşiyê li Serok û gelê Amerîka kir ji bo ji destdana serbazekî Amerîka li operasyona azadkirina dîlên ji destê DAIŞê û wê yekê xisterû ku ew serbaz bi navê buhayên mirovayetî û azadiyê de canê xwe bexşî û şehîdê mirovayetiyê ye.

Serok Barzanî behsa rehenda miroviyên azadkirina dîlan kir û ew yek xiste rû ku rizgarkirina jiyana mirovan babetekî gelek pîroz û mezin û bihadar e û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîkiyê beşdarbuwên wê operasyonê kir ku karîn jiyana 69 mirov ji çengê terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Li beşekî dinê civînê de di derbarê rewşa meydaniya bereyên şer û operasyona azadkirina Musil û her wiha rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar