25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîkariyên leşkerî yên Almanyayê berdewam dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê kir û di wê hevdîtinê de Wezîra Almanya ragihand ku welatê wê dê li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

Îro Sêşemê 27-10-2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen û şanda pê re kir.

Di civînê de heyeta Almanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û ew pêşkeftinên berçav yên li Kurdistanê bi taybetî di warê perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de diyar kir û anî ziman ku em bi Hêzên Pêşmerge serbilindin ku navûdengekî cîhanî bidest aniye û ew coş û xwesteka ku li navendên perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de tê dîtin ciyê kêfxweşiya me ye û Hêzên Pêşmerge bi dîspilîneke baş karên xwe cîhbicîh dikin û karîne tilisma DAIŞê jî bişkînin û Mamoste û psporên Almanî jî bi hebûna Hêzên Pêşmerge gelek kêfxweş û bextewerin.

Heyeta Almanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Almanya amadeye netenê di warê leşkerî de belku di warên din de jî hevkariya Kurdistanê bike bi taybetî di warê gehandina hevkariyan bo wan penaberên ku li Kurdistanê dene û herwiha amadeye di warê amade kirina planek bo bicîh kirina şîniyên wan deveran yên ku cêyên wan hatine rizgarkirin hevkariya Kurdistanê bike.

Derbarê kêşeyên heyî yên siyasî yên li ser asta navxweyî ya Kurdistanê de jî heyeta mêwan eşkere kir ku lazime kêşeyên han bi diyalog û danûstandinê werin çareserkirin û lazime ewlewiyeta aliyên Kurdî şerê dijî terorîstên DAIŞê be.

Ji aliyeke din ve jî Serokwezîr Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana heyeta mêwan diyar kir û spasiya hikûmet û xelkê Almanyayê jî kir ku her di destpêka êrîşên terorîstên DAIŞê de hevkariya Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî vekirina navenda perwerdekirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê psporên Almanî ve jî bi girîng wesif kir û balkêşande ser asta bilind a hevkarî û hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û Almanya û welatên hevpeyman.

Derbarê kêşeyên navxweyî de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ew kêşeyên han ti bandoreke wan li ser rewş û moralên hêzên pêşmerge nabe û hewldanên me yên li gel aliyên siyasî bo çareserkirina kêşeyên han bi rêya diyalog û danûstandinê didomin

Nûçeyên têkildar