26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi Fermana Nêçîrvan Barzanî wezaret bi wekalet hatin tijekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da, cihê wezîrên Tevgera Goranê di nav kabîneya hikûmetê de tije bike û çend kes li şûna wan danîn.

Îro 27ê Cotmehê bi biryara Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî valahiya kursiyên sereke yên kabîneya hikûmetê ku pêştir di destê Goranê de bûn, hatin tijekirin.
 
1-Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq kursiyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi wekalet birêve dibe.
2-Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, bi wekalet Wezîrê Bazirganî ye.
3-Nûrî Osman Serokatiya Desteya Hilbirînê bi wekalet birêve dibe.
4-Raber Sidîq bû Alîkarê Wezîrê Darayî bi wekalet.
5-Mensûr Herkî bû Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Darayî bi wekalet.
6-Ezîzî Îbrahîm cihê Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Bazirganî bi wekalet tije dike.
7-Edhem Kerîm cihê Rêvebirê Giştî yê Bankên Bazirganî bi wekalt tije dike.
8-Diyar Cebarî jî kursiyê Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi wekalet wergirt.
 

Nûçeyên têkildar