Serok Barzanî bo hêza operasyona Hewîce: Dilê min li gel we bû
__2015_10_27_h17m48s15__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî hêza Dijî Terorê a Encûmena Asayîşê civiya û rêz li rola qehremananeya girt û ragihand, ew şeva ku we operasyona xwe encam da, min lehze bi lehze duvdaçûnê dikir û dilê min li gel we bû.
Îro sêşem 27/10/2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn bi mebesta rêzgirtin û xelatkirinê pêşwaziya tîma Dijî Terorê a Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yên beşdarî li operasyona rizgarkirina şêst û neh dîlên li nav zîndana DAIŞ ya li Hewîce kir, ku demjimêr 2 ê berî sibehiya roja 22/10/2015 bi hevkariya hêzekî taybetî ya Amerîka bi serkeftî hate encam dan û zêdetirê 20 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û 6 terorîst jî bi dîl hatin girtin û serbazekî hevpeymanan jî canê xwe ji dest da û sê Pêşmergeyên hêzên Dijî Teror birîndar bûn.
Li hevdîtinê de, ku birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê amade bû, Serok Barzanî li gotarek da ji bilî gelek bi germî bi xêrhatina wan û pîrozbahî û destxweşiyê li wan kir balkişand li ser rola qehremananeya Dijî Teror û ragihand, Ew şeva ku we operasyona xwe encam da, min lehze bi lehze duvdaçûnê dikir û dilê min li gel we bû. Ji bo wê yekê piştî temambûna operasyonê min xwest ji nêzîk ve we bibînim û destxweşiyê li we bikim.
Serok Barzanî her wiha ragihand: “Hûn cihê serbilindiya gelê xwe ne û we dîrokek ji bo xwe û gelê xwe tomar kir, ku bi meşq û rahênana xwe we bawerî li cem hevpeymanan dirust kir ku bêne li gel we da li nav cergê dijmin vê operasyonê encam bidin.”
Serok Barzanî her li gotara xwe de behsa mezinbûn û armanca operasyonê kir û ragihand, li gor zanyarî û duvdaçûnan, ew armanca ku hun ji bo wê çûbûn armancekî gelek mezin bû, lê belê karê mirovî û xêr li gel her kesek bê, gelek mezine ku hun bûne sedema rizgarkirina şêst û neh kesan, ku ji aliyê terorîstan ve biryara kuştina wan hatibû dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê li beşekî dinê axaftina xwe de ragihand, her çende nav û dengê gelê Kurd û Pêşmerge bilinde, lê belê bi vê operasyonê, we nav û dengê gelê Kurd zêdetir bilind kir û balkişand li ser wan gotar û raportan ku li asta medyaya cîhanî da behsa mezinbûna operasyonê dikin ku li navçeyê da kêmwêne bû.
Serok Barzanî serxweşiyê li Artêşa Amerîka û kesukarê wan serbazên Amerîkî kir ku li wê operasyonê da canê xwe gorî kir û hêviya bi lez başbûnê jî ji bo birîndarên tîma Dijî Terora Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê xwest.
Li dawiyê da Serok Barzanî xelata rêzgirtinê bi tîmên beşdarê Dijî Terorê bexşî û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo wan xwest.




