Serok Barzanî bo dîlên azadkirî: Ti pêşeroja terorîstan tune ye..Azadkirina we serkeftineke mezin bû
__2015_10_27_h17m28s25__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa operasyona Hewîce kir û got, me dizanîbû DAIŞ dê wan girtiyan bikuje lewma me ew operasyon da kirin. Serok Barzanî li ser rizgarkirina pêşmergeyên dîl jî got, mixabin me nekarî pêşmergeyên dîl rizgar bikin.
Şeva 22ê vê mehê hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzeke taybet a Amerîkayê, operasyonek li ser zîndaneke DAIŞê ya li nêzîkî bajarokê Hewîce yê Kerkûkê pêk anîn û 69 girtî ji nav destê DAIŞê derxistin. Di wê operasyonê de 3 pêşmerge birîndar bûn û leşkerekî amerîkî jî jiyana xwe ji dest da.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li wan gitiyan kir û kêfxweşiya xwe nîşan da ji bo azadkirina wan. Serok Barzanî her wiha behsa çawaniya wê operasyonê jî kir.
Barzanî Barzanî eşkere kir ku li gorî agahiyan, rêxistina DAIŞê dixwest wan girtiyan bikuje lewma operasyoneke wisa dan kirin. Ti pêşeroja terorîstan tune ye..Azadkirina we serkeftineke mezin bû.
Serok Barzanî li ser rizgarkirina pêşmergeyên dîl ên ku di şer de ketine destê DAIŞê jî got, mixabin me nekarî em pêşmergeyên dîl rizgar bikin…
Piştî axaftina Serok Barzanî, hinek ji wan kesên ku ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin, spasiya xwe ji bo hêzên Pêşmerge, hêzên Amerîka û Barzanî anîn ziman




