Wezîra Bergiriyê ya Almanya gihîşt Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Bergiriyê Almanya Ursula von der Leyen di çarçoveya serdaneke fermi de berî kêlîkekê gihîşt bajarê Hewlêrê.
Vê êvarê Wezîra Bergiriyê ya Almanya Ursula von der Leyen bi rêya balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Başûrê Kurdistanê Kerîm Sincarî û şandeke leşkerî ya Wezraeta Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.
Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê berî ku serdana Başûrê Kurdistanê bike, çûbû Bexdayê û bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re civiya bû.




