26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke pilebilind ji Hêzên Pêşmerge bo Parlamentoya Ewropayê hat vexwendin

Çavkanî: KDP.info

Ewropa-KDP.info- Li ser vexwendina Parlamentoya Ewropayê şandeke pilebilind ji Hêzên Pêşmerge ligel lêjneya derve ya Parlamentoya Ewropayê dicive. Ew civîn jî wek guvaşekê dibe, da ku welatên endamê Yekîtiya Ewropa zêdetir alîkarî û çekan pêşkêşî Pêşmerge bikin.

Dr. Delawer Xalid Ajgeyî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa ragihand ku, şandeke pilebilind ji Hêzên Pêşmerge li ser vexwendineke fermî ji aliyê Parlamentoya Ewropayê serdana wî parlamentoyî dike û ligel lêjneya derve ya Parlamentoya Ewropayê dicive. Ew civîn jî wek guvaşekê dibe, da ku welatên endamê Yekîtiya Ewropa zêdetir alîkarî û çekan pêşkêşî Pêşmerge bikin.

Herwiha biryar e şanda Pêşmerge ligel Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Baljîka û Senetoyên wî welatî û ligel nûnerên çend welatên din bicive.
 

Nûçeyên têkildar