26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Soran.. Hêj nîvê koçberên Bakur venegeriyane

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info- Piştî ku ji ber şerê Artêşa Tirkiye û PKKê, 38 malbatên Bakurê Kurdistanê bi taybetî weltiyên Şenzînanê berê xwe dan bajarokên Soran û Mêrgesorê yên Başûrê Kurdistanê, heta niha nîvê wan malbatan venegeriyane û daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin ku şer rawestînin û dîsa dest bi pêvajoya çareseriyê bikin, da ku bi azadî bijîn.

Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberiyê ya Soranê, Ebas Emîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku li meha 8an zêdetirî 38 malbatan ji Bakurê Kurdistanê bi taybetî ji Şemzînanê berê xwe dan Soran û Mêrgesor, me jî bi 2 qonaxa alîkariya wan kir, lê niha piştî ku rewşa navçeyê hinekî aram bûye, zêdetirî 20 malbatan vegeriyan cihên xwe û yên din jî li cem xizim û mervên xwe ne, em hêvîdar in rewşa Bakurê Kurdistanê baş bibe û ew koçberê mayî jî vegerin ser cih û malên xwe.”

Koçberekî Bakurê Kurdistanê bi navê Xalid Sedro ragihand: “Ev 3 meh in ku me ji ber PKKê cih û malên xwe berdane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Em ji tirsa li ser jiyana xwe û zarokên xwe ji wir reviyan û berê xwe da Herêma Kurdistanê. Em daxwaz ji PKKê û Hikûmeta Tirkiyê dikin ku şer rawestînin û dest bi pêvajoya aştiyê bikin da ku em bi azadî bijîn.”
 

Nûçeyên têkildar