25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polenda: Aramiya Kurdistanê di berjewendiya civaka navdewletî de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî de, Serkonsulê Komara Polenda li Hewlêrê ragihand ku, aramiya Kurdistanê di berjewendiya civaka navdewletî de ye.

Li Hewlêrê, Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê pêşwazî li Bogsoav Oxodêk Serkonsulê Komara Polenda li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Di wê hevdîtinê de, Hewramî bi zelalî behsa helwesta PDKê li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û got PDKê dixwaze Serokê Herêma Kurdistanê hercar ji aliyê xelkê ve were hilbijartin. Herwiha da zanîn ku, PDKê dixwaze pirsgirêk bi tifaqû yekrêziyê çareser bibin û eger aliyên negihîştin rêkeftinekê, ya baş gel biryarê bide ku çawa dixwazin serok bê hilbijartin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê wiha got: Herêma Kurdistanê di qonaxeke baş a demokrasiyê de ye û baştirîn mînak ew e ku hêzên leşkerî û ewlehî yên Kurdistanê xwe ji nakokiyên siyasî dûr girtine.

Ji aliyê xwe ve, Bogsoav Oxodêk Serkonsulê Komara Polenda li Hewlêrê spsiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber şerê li dijî terorê û tekez kir ku ewê berdewam bin li ser alîkariya Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku, pêvajoya demokrasiyê li Kurdistanê bo Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî bi taybetî Polenda pir girîng e, lewma piştevanî li berdewambûna gotûbêjan di navbera aliyên siyasî de dikin û daxwaz ji wan dikin ku rewşa hesas a Kurdistanê li berçav bigirin û zû lihev bikin.

Serkonsulê Komara Polenda wiha got: “Asayiş û aramiya Kurdistanê di berjewendiya civaka navdewletî de ye, ji ber ku gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmereyên Kurdistanê girantirîn erik li ser milê wan e ku şerê DAIŞ e û hewandina 2 milyon koçber e.”

Nûçeyên têkildar