26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtboruya PDKê: Divê sînorek ji Tevgera Goranê re bê danîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtboruya PDKê ragihand, wan daxwaz ji ti kes û aliyekê nekiriye naveynkariyê di navbera wan û Tevgera Goranê de bikin. PDKê herwiha tekez kir: “Divê sînorek ji Tevgera Goranê re bê danîn daku êdî suwarê hinek şepêlên nerazîbûnê û girevgirtina hinek tiwêjan nebe û rêya wan şaş neke.”

Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 26ê Cotmeha 2015an daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Em hemû cemawerê hêja yê Kurdistanê agahdar dikin ku partiya me ne daxwaza navbeynkariyê li ti kesatî û aliyekê siyasî kiriye û ne jî wê yekê bi pesend dizane. Ji ber ku helwesta partiya me zelal û aşkere ye ku bûyerên wê dawiyê di encama reftarên nehêja û li dijî berjewendiyên bilind ên netewî û niştîmanî û dûr ji orfên siyasî yên Goranê çêbûne.”

Polîtboruya PDKê herwiha amaje bi şerê li dijî DAIŞê û rewşa Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Pêşmergeyên qehreman niha bi piştevaniya cemawerê xweragir ê Kurdistanê bi dirêjiya zêdetirî 1 hezar kîlometrî li dijî DAIŞê di şerekî giran û dijwar de ne. Herwiha komek kirîzên sepandî pêsîra xelkê xweragirê Kurdistanê jî girtine.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Polîtboruya PDKê bi pêwîst dizane sînorek ji kiryar û reftarên Tevgera Goranê re were danîn.”

Polîtboruya PDKê da xuyakirin, ku Goranê hewl daye ajawe û aloziyê li Başûrê Kurdistanê çê bikin û hêzên pêşmerge û cemawerê Kurdistanê dilgiran bikin û navbangê Başûrê Kurdistanê li pêşberî cîhanê xirab bikin.

PDK daxwaz dike, ku reftarên Goranê werin sekinandin û ji aliyê hemû xlekê Kurdistanê ve were redkirin û daxwaz dike, ku Goran bi awayeke yasayî were cezakirin.
 

Nûçeyên têkildar