26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Amedê di navbera hêzên Tirk û DAIŞê de şer derket: 9 kuştî

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li bajarê Amedê, di encama şerê hêzên Tirk û çekdarên DAIŞê de 2 polîs û 7 DAIŞî hatin kuştin.

Îro danê sibê li navçeya Kayapinarê ya Amedê, hêzên polîs li dijî çekdar û endamên DIAŞê dest bi operasyonê kirine.

Li gorî medyaya Tirkiyê, li taxa Huzurevlerê ya bajêr dema hêzên polîs ketin malekê, bombeya ku li hewşa malê hatibû danîn bi wan de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 2 polîs hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku piştî teqînê di navbera hêzên polîs û DAIŞiyan de şer derketiye. Di şer de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 3 jî bi saxî hatine girtin. Şer û pevçûn hîn jî didome.
 

Nûçeyên têkildar