9 terorîstên din xwe radestî Pêşmerge kirin
__2015_10_26_h16m36s19__LB.jpg)
KDP.info-Mexmûr- Li gundê Sultan Ebdulla, 9 terorîstên din ên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge kirin.
Rêveberê îdareya fermandeya Barzan ya Hêzên Pêşmerge, Nacî Siyamend, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, 9 terorîstên din ên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.
Siyamend da zanîn ku, niha lêkolîn ligel wan her 9 terorîstan hatiye destpêkirin.
Dema ku wan çekdaran xwest xwe radest bikin, cil û bergên xwe ji xwe kiribûn, ji bo ku Pêşmerge piştrast bibin ku ti teqemenî hilnegirtine.




