25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî peyamekê arasteyî malbata Fehmî Demîr dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata xweda jê razî Fehmî Demîr û serkirdayetiya HAK-PARê kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata xwedê jê razî Fehmî Femîr û Serkirdayetiya Partiya Maf û Azadiyan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Fehmî Demîr Sekreterê Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) gihîşt me ku li rûdanekî diltezîn da roja yekşem 25.10.2015 çû ber dilovaniya xweda. Bi rûdana vê karesatê gelek xemgîn buyîn. Serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û endam û alîgirên Hakparê dikin û em hevbeşê vê xema we ne. Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve xema we ya dawî bê û xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25.10.2015

Nûçeyên têkildar