25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Malbata şehîd Osman dozekê li dijî KNN vedikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Germiyan- Malbata şehîd Osman biniyazin dozekê li dijî televîzyona KNN vekin, ji ber belavkirine dîmeneke vîdyoyî.

Birayê şehîd Osman, Mistefa Ednan di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, dîmena ku KNN belav kiriye dûrî rastî ye û karekî desrkird e.

Televîzyona KNN ku ya Tevgera Goranê ye dîmenek vîdyoyî belav kiriye ku têde diyar dike, şehîd Osman bi guleya zêrevanekî baregeha PDK şehîd bûye.

Lê birayê şehîd Osman ew yek red kir û got: “Ew vîdyoyê ji aliyê KNN ve hatiye drustkirin, ji ber ku birayê min xwepêşander nebû, tenê dixwets li rewşa min û bav û birayê min bipirse.”

Mistefa Ednan tekez kir jî ku, ew niha mijûlên karûbarên şîniyê ne, lê dema derfeta wan çêbibe, ew dê dozekê li dijî televîzyona KNN vekin.

 

Nûçeyên têkildar