“Yasa divê lêpirsînê li NRT û KNN bike û wan ceza bike”

Hewlêr-KDP.info- Diyar e ofîsên KNN û NRT li Hewlêrê dixwstin tevlî pilanên xerakirin û tevliheviyê bibin, lewma ew herdu ofîs hatin girtin. Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje, ew herdu televîzyon divê li gorî yasayê lêpirsîn ligel wan were kirin û werin cezakirin.
Nazim Herkî Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger aliyên ewlehiyê hest kirin ku dezgeh û medya kar bo têkdana Herêma Kurdistanê dikin, pêwîst e di cih de wê televîzyonê bigirin û xelkê jê biparêzin, lewma pêwîst e herdu televîzyonên KNN û NRT zûtir hatibana girtin, ji ber ku wan xelk han didan bo êrişan û xerakirinê û bûne sedema tundiyê û tevlihevî û aloziyan.”
Herkî wiha got: “Jibilî girtina wan herdu televîzyonan, pêwîst e li gorî yasayê lêpirsîn ligel wan bê kiin û bên cezakirin, ji ber ku ew sedema van tundûtîjî û xerakirinên vê dawiyê li parêzgeha Silêmaniyê bûn, ku xelk bûn qurbanî û dezgehên fermî hatin têkbirin. Gerek Wezareta Rewşenbîrî wisa bêdeng nemaya û gerek helwesta xwe li hember wan herdu televîzyonan nîşan daba. Ji ber ku eger dezgehên ewlehiyê rê li pêşiya wan negirtiba, hewl didan ku xelkê Hewlêrê jî bikşînin nav xerabkirinê, lewma destê destê wan xweş be ku ofîsên wan girtin.”
Ji aliyê xwe ve, Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Hemed Emîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz kir ku medya pêbendî wê yekê bin ku nebin sedemek bo duberekî û tundî û tevliheviyê. Nabe medya bibe alîgirê aliyekî, diyar e dezgehên medyayî nikarîne bêalîbûna xwe biparêzin. Tişta ku me dît medyayekî neprofîşînal e û karê xwe ne bi pîşebûnê dike.”




