26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatî: Goran xeta neteweyî derbas kir..Pêwîst e ji karê siyasî were qedexekirin

Çavkanî: KDP.info

Başûrê Kurdistanê-KDP.info- Welatiyên Herêma Kurdistanê tekez dikin li ser hebûna destê hevalên Newşîrwan di tevliheviya li Silêmaniyê de û bi metrisiyeke pir mezin dizanin, ku wê taqimê zarokên xelkê bo merema xwe ya siyasî bikar anî û hêla neteweyî derbas kir, lewma bi pêwîst dibînin ku çalakiyên siyasî li ser Tevgera Goranê werin qedexekirin.

Piştî ku hevalên Newşîrwan bi aşkere li Silêmnaiyê zarokên xelkê handan ku xerakirinê bikin û navend û baregehên PDKê bişewitînin û bêjin em dewleta kurdî naxwazin, niha piştî ku pilanên Goran aşkere bûn, welatiyên Kurdistanê dibêjin, pêwîst e çalakiyên siyasî li ser Tevgera Goran bên qedexekirin.

Derbarê vê mijarê de, Ehmed Nemir ji Soran ji malpera KDP.info re ragihand: “Gerek Goran bi şêweyekî din hewl bo cihbicihkirina pilanên partiya xwe daba, ne bi dijayetiya berjewendiya niştimanî û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û rewşa Herêma Kurdistanê têk bide. Bi wan pilanên hevalên Newşîrwan tenê xelkê sivîl û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ziyan dîtin. Herwiha dijmin û neyarên Kurdistanê li Bexdayê dilxweş bûn û rêxistina terorîstî ya DAIŞê destxweşî li wan kir, lewma divê ew tevger were cizakirin û rê li pêşiya wê were girtin ku careke din rewşa Herêma Kurdistanê têk bide.”

Ji aliyê xwe ve, Fermanber ji bajarê Silêmaniyê bi navê Reûf Hewramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her dema ku kurd nêzîkî armancên xwe yên neteweyî dibin, dijminên berjewendiyên kurdan li hindur û derveyî welat dest bi pilan û tevlihevî û xerakirinê dikin. Ew êrişên vê dawiyê li parêzgeha Silêmaniyê heman tişt bûn, ku taqimekê ligel neyarên kurdan komek pilan danîne û zarokên xelkê bûn qurbanî meramên wan ên siyasî û malên xelkê wêran bûn. Bi rastî pir girîng e ku qanûnek hebe bo cezakirina van xeraban û çalakiyên siyasî li ser wê partiyê bên qedexekirin, da ku careke din bi wan karan ranebin.”

Tirîske Sabir, parêzer ji bajarê Hewlêrê ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Goran dixwest rewş û kirîzên Herêma Kurdistanê di berjewendiya xwe de bikar bîne, lewma xelk han dan ku baregeh û navendan bişewitîne û kar li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ev yek êriş e li ser asayişa neteweyî, lewam ew karê ku kirin gerek li gorî qanûnê were cezakirin.”

Rojnamevan Jîn Mihemed ji bajarê Koye jî ragihand: “Piştî wan êriş û tevlihevî û xerakirinên ku li parêzgeha Silêmaniyê qewimîn, pilanên Tevgera Goran bi temamî aşkere bûn, ku tenê hewlê bidestanîna berjewendiyên xwe yên taybet didan û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav negirtin. Zarokên xelkê hand an bo tevliheviyê û xerakirinê û şewitandina baregeh û navendan, lewma pêwîst e rêxistinên mafê zarokan û desteyên serbixwe yên mafê mirovan û dezgehên pêwendîdar dest bi lêkolînan li ser wan pilanan bikin û wan kesên sucdar ceza bikin, da ku careke din ne Goran û ne ti aliyekî din bo berjewendiya partiya xwe berê zarokan nede tehlukeyê û baştirîn ceza bo Goran ew e ku bi rêya siyasî ji karê siyasî were dûrkistin.”

Nûçeyên têkildar