Serokê HAK-PARê jiyana xwe ji dest da
__2015_10_25_h18m24s20__LB.jpg)
Amed-KDP.info- Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeyeke malpera Haber Turk a Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demîr îro 25ê Cotmehê di bûyereke trafîkê de li navçeya Pozantî ya girêdayî parêzgeha Edenê jiyana xwe ji dest da.
Di bûyerê de welatiyekî Awustralyayî jî jiyana xwe ji dest daye û birîndar jî hene.




