Soran- Taca gulan li ser gora şehîdên pêşmerge hat danîn
__2015_10_25_h18m3s1__LB.jpg)
Soran-KDP.info- Li navçeya Soran, merasîmek bo bîranîna Şehîdên Zûmarê, Adil Mûhacir û hersê birayên Necat, Ehmed û Mewlûd Osman hate sazkirin.
Di merasîmê de dayika her sê birayên şehîd Ayşe Taha, ku ji aliyê Parlamena Kurdistanê ve nasnava ”Dayika Sê Şehîdan” wergirtiye û çendîn berpirs, xizm û kesên şehîdan amadebûn.
Roja 25ê Cotmaha 2014’ê her sê birayên şehîd Necat, Ehmed û Mewlûd Osman û fermandarê Pêşmerge Adil Mûhacir di operasyona rizgarkirina Zûmarê de şehîd bûn.
Piştî şehîdbûna her sê birayan fermandarê Pêşmerge Adil Mûhacir û du Pêşmergeyên din xwestine termê şehîdan ji nava pevçûnê derbixin. Lê ew jî di vir de şehîd bûn.




