Konsolê Almanya: Herêma Kurdistanê dê bibe cihekê guncaw bo sermaye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku karîgeriya alîkariyên serbazî yên Almanyayê li ser bereya şer bûye û di berjewendiya Pêşmerge de bûye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25/10/2015 li Hewlêrê pêşwaziya Konsolê nû yê Almanya li Herêma Kurdistanê Mark Eichhorn kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Almanya amaje bi pêwendiyên navbera herdu aliyan kir û diyar kir ku hikûmeta Almanya hewl daye di her serdemekê de havkariya Herêma Kurdistanê bike û bi taybet jî di şerê li dijî terorê de ku Pêşmergeyan kariye bi wêrekî li dijî wan rawestin û têkbişkînin.
Eichhorn diyar kir ku vê serkeftina Pêşmerge kariye cîhanê jî ji metirsiyê dûr bixe û eve jî bûye sedem ku Almanya bi biryardarî alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Eichhorn ragehand ku dê alîkariyên wan berdewam bin û got ku dê di demek nêzîk de Herêma Kurdistanê bibe cihekê guncaw bo sermayeguzarî û got: ”Em hewl didin rewşa Kurdistanê bo sermaye û kompanyayên Almanî ron bikin bo wê yekê ku karê veberhênanê li vir encam bidin.”
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî jî jiber alîkariyên Almanya spasiya xwe anî ziman û behsa pêşvebirina pêwedniyên Herêma Kurdistanê û Almanya kir. Barzanî got alîkariyên leşkerî yên Almanya karîgerî li ser meydana şer jî kiriye û hêliştiye ku hevsengiya şer di aliyê Pêşmerge de bişkê.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hate nirxandin û Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ew amade ye serdana Bexdayê bike.




